1. li gorî gotinan berê li gundan kêrek dev birre ji dadayan an jî yên quranê dizanin re dihat xwendin, devê kêrê bi nivîşt an jî nivîsek ji qûranê ve bi benekî girê didan li banê, zozanan dikirin bin keviran da ku gur êdî naye nekeve nav pêz. gundî bawer dikirin ku edî gur naye cihê der dorê ku kêrê dev nivîşt girêdayî veşartîne..bi wî avayî zerara guran hindik dikirin..bi pêla nûjeniyê ve jiyana gundan guherî edî pêzê berê tune, gur jî edî nayen....hewcedariya girêdayîna devê guran nema.. |
|
19.05.2015 22:41 |
havka
|
2. (bnr: di nav kurdan de xurafe û baweriyên bêbingeh) * |
|
19.05.2015 22:43 |
endazer
|
3. baweriya ku niha jî li xendek'ê heye, heta beriya pênc şeş sala ez bixwe jî çûme cem melê, min devê gur birî. a rast li cem me gava ajalekê me nehat çi çêlek çi bizin çi mih ferq nake gava winda dibû an dima çolê em diçûn cem melayê gund wî jî bi kêrekî û bi hin ayetan wilê tiştek dikir dûvre digote temam e. li gund jî çi gava ev ayîn dihat kirin rastî jî ew ajal nedimir an jî min nebihîstiyE. carekî miheke gundiyê sê rojan li çolê ma nemir, çêleka me li çolê za bi golika xwe ve nemir, bizin û kerên gundiyên me jî diman nedimirin. hemû xêra wan ayetên melayî û girêdana devê gur bû * |
|
19.05.2015 22:54 |
xendekî
|
4. rojekî li Gundekî serhedê gur ketiye nav pezên gundiyan. Sibetirê gundî çûne li cem meleyê gund û nivişta girêdana devê gur dane çêkirinê. |
|
28.12.2016 21:34 |
bûtîmar
|
5. her çiqas hûn wek xurafeyan bibînin jî (li gorî min jî wilo xuya dike lê...), wek li jor jî hatîye nivîsandin dema ajalek li çiya an jî li çole dima, em diçune ba mele û devgiredan çê dikir û bi rastî jî tiştek bi wê ajalê nedihat, tiştekî eceb * |
|
26.04.2020 04:25 |
merwano
|
6. Baweriyeke ecêb. Li cem me jî hebû. Tê bîra min wexta heywaneke gundîyan wenda dibû an li çolê dima diçûn ba Mele û devê gur girê didan. Tiştê ku tê bîra min potikekî yan benikekî li hevdû girê didan û bi vî şiklî devê gur jî dihat girtin. Piştî ku heywan hat dîtin devî wî vedikirin. Bera jî wexta devê gur girê didan, wekî hevalên li jor jî gotine, tiştek bi wî heywanî nedihat. |
|
26.04.2020 07:56 |
xabûrî
|
7. Yek ji tiştên fantastîk e ku ji demên zaroktiyê di bin hişê min de maye. Li cihê hatibûm dinê gur û tebayên çolê pirr bûn. carnan zarok wenda dibûn yan xeber ji kesekî ji bo qirş û qalan an ji bo pincarê, nêçîrê çûyî çol û çiyayan nedihat. nas û dost, piştî vê hayilbûnê bi tirs û meraq diketin ser rê û dirban. Pê re ji neçariyê hawara xwe bi Xwedê dianîn. Çend rûsipî û mela diciviyan û bi xwendina duayên ecêb devê gurê girê didan da ku gur zirarekî nede wî mirovî. Li gorî kurtepistiyên nav jinan digeriya ev dua digihîştin meqsedê xwe. |
|
26.04.2020 16:11 |
xeyda
|
8. (bnr: quzê gurê pê re bûn) |
|
26.04.2020 16:16 |
mîr
|
9. Bavem jî zane devê wa girede. Niviskarên gundi hun karin tekildari min bibin. |
|
26.04.2020 16:37 |
hûteheftserî
|
10. Devê mirovan girêdidan, êcar ma devê gur girênedin. |
|
27.04.2020 06:22 |
brzn
|
11. Meseleya ku demên zarokatiyê dine bîra min. |
|
21.05.2020 20:42 |
cinorek
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |